Di çarçoveya lêpirsîna derheqê êrîşa Dozgerê Komarê Mehmet Selîm Kîraz de, bi hinceta ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî "propogandaya rêxistina terorê" kirin, ji bo îfadedayînê di nav de rojnameger Mîrgun Cabas, Banû Guven, Emre Ûslû, Asim Yildirim, Ceyda Karan, Koray Çalişkan û Onder Aytaç jî bangî gelek kesan kirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan lêpirsîna ku Biroya Sûcên Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabû destpêkirin, dewam dike.
Di vê çarçoveyê de ji bo îfadedayînê bangî "gumanbar" rojnameger Mîrgun Cabas, Banû Guven, Ceyda Karan, Asim Yildirim, Emre Ûslû, Onder Aytaç, lîstikvan Bariş Atay, Pelîn Batû, sitranbêj Ferhat Tûnç hat kirin.
Derheqê êrîşa Dozgerê Komarê Mehmet Selîm Kîraz de, li ser parvekirinên çapemeniya civakî lêpirsîn dabûn destpêkirin.
Hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînê de rojnameger Nazli Ilicakê jî bi sifetê "gumanbar" îfade da. Hat diyarkirin ku Ilicakê îdiayê derheqê xwe de qebûl nekirin.