ANKARA
Rojnameger û nivîskar Huseyîn Uzmez li Enqereyê di nexweşxaneya taybet a ku tê de tedawî dibû de mir.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, destê sibê dilê Uzmez sekinî û mir.
Uzmez bi salan parêzerî, rojnamegerî û nivîskarî kir. 4emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Bursayê di 16ê îlona 2009an de ji ber ku sûcê destdirêjiyê kir û derûniya zarokeke ku temenê wê biçûk e xerab kir, 13 sal, mehek û 15 roj cezayê hebsê xwar, lê pişt re cardin hat berdan. Uzmez dîsa di 14ê sermaweza 2012an de ji ber 3 sûcan 16 sal û 3 meh cezayê hebsê xwar û ket girtîgehê. Uzmez pişt re ji ber nexweşiyan neqlî Girtîgeha Metrîsê bû da ku di Nexweşxaneya Nexweşiyên Rih û Sînîrê ya Bakirkoyê tedawî bibe.