KOCAELÎ
Ji bo Pîlotê Behrê Serdar Denîz Akdenîz, Pîlotê Behrê Serpel Çagri Ceyhan, Binefser Serçawîşê bi Qidem Mehmet Karakaşoglu û Binefser Serçawîşê DSAyê Omer Bûrak Ogutê ku di helîkoptêra ku ket de şehîd ketin, merasima leşkerî hat kirin.
Merasim li Balafirgeha Leşkerî ya Cengîz Topel a Fermandariya Hewayê ya Behrê hat lidarxistin. Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel, Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Fîkrî Işik, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Bulent Bostanoglu û Fermandarê Sîtolê Koramîral Veysel Kosele beşdarî merasimê bûn û sersaxî dan erkanê leşkerî û xizmên şehîdan.
Piştî ku Miftiyê Kocaeliyê Mehmet Sonmezpglu dia kir meşa rêzgirtinê hat kirin û merasim qediya.
Pişt re cenazeya Pîlotê Behrê Serdar Denîz Akdenîz şandin Golcuka navçeya Kocaeliyê, cenazeya Pîlotê Behrê Serpel Çagri Ceyhan şandin Stenbolê, cenazeyê Binefser Serçawîşê bi Qidem Mehmet Karakaşoglu şandin Ankarayê û cenazeya Binefser Serçawîşê DSAyê Omer Bûrak Ogut şandin Eskîşehîrê.
Li Mizgefta Kocatepeyê merasim
Ji bo Binefser Serçawîşê bi Qidem Mehmet Karakaşoglu li Mizgefta Kocatepeyê merasim hat kirin.
Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek, Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel, Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan û fermandarên hêzan beşdarî merasimê bûn. Digel Waliyê Ankarayê Mehmet Kiliçlar general, efser û binefserên di garnîzonê de peywirdar û welatî beşdarî merasimê bûn.
Cenaze li Goristana Leşkerî ya li Cebeciyê hat definkirin.
Pîlotê Behrê Serdar Akdenîz li Golcukê hat definkirin
Pîlotê Behrê Serdar Denîz Akdenîz li Golcuka bajarê xwe hat definkirin.
Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Fîkrî Işik, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Bulent Bostanoglu, Fermandarê Sîtolê Koramîral Veysel Kosele, Waliyê Kocaeliyê Hasan Basrî Guzeloglu, Serokê Şaredariya Mezin a Kocaeliyê Îbrahîm Karaosmanoglu, erkanê leşkerî, xizmên wî û welatî beşdarî merasima cenazeyê ya ku li Mizgefta Navend a Degîrmendereyê hat kirin, bûn.
Cenaze li Goristana Şehîdan a Dûmlûpinarê hat definkirin.
Hat dîtin ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî çelenk şandin.
- Cenazeyê Binefser Serçawîş Ogut li Eskîşehirê hat definkirin
Cenazeyê Binefser Serçawîş Omer Bûrak Ogut li Şehîdiya Hewayê hat definkirin.
Digel bavê Îzzetê bavê şehîd, diya wî Îlknûr, xanima wî Eda Nûr Ogut, zarokên wan Bûgra (4) û Berk Bora Ogut (1) Wezîrê Parastina Neteweyî Nabî Avci, Wekîlê Waliyê Eskîşehîrê Riza Dalan, Arîkara Giştî ya MHPyê Rûhsar Demîrel, Parlementerê AK Partiyê yê Eskîşehîrê Salîh Koca, Fermandarê Parastina Fuzeyên Hewayê û Hêza Hewayê ya Muharîp Orgeneral Abîdîn Unal, erkanê leşkerî û sivîl gelek welatî beşdarî merasimê bûn.