Abdullah Tel
07 Nîsan 2018•Rojanekirin: 08 Nîsan 2018
XEZE
Rojnamegerê Filistînê yê ku di dema çalakiyên aştiyane ya li ser sînorê Xezeyê tên lidarxistin da rastî êrîşa eskerên Îsraîlê hatibû, şehîd ket.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Xezeyê Eşref el-Qudra daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku rojnamegerê Filistînî Yasîr Murtecayê 30 salî duh wextê Meşa Vegera Mezin dişopand rastî gulebarandina eskerên Îsraîlê hat. Rojnamegerê Filistînî yê ku birîndar bû digel hemû mudaxaleyan bi ser xwe da nehat û şehîd ket.

- Êlegê parastinê yê li serê "Press" dinivîsî lê bû
Şahidên bûyerê gotin ku rojnamegerê wextê li rojhilatê Xan Yûnisê dîmenên çalakiyan dikişand rastî êrîşê hat êlegê parastinê yê li serê "Press" dinivîsî jî lê bû.
Hat destnîşan kirin Murtecayê avakarê şirketa produksiyona "Ain Medya"yê bû û di heman demê da jî li wir wek çêkerê fîlman dixebitî û gelek belgefîlmên qala rewşa Xezeyê ya niha tê da ye dikir, kişandine.

Bi şehîdkirina rojnamegerê Filistînî hejmara kesên ku di çalakiya "Vegera Mezin" a duh li Xezeyê hat lidarxistin da bi guleyên eskerên Îsraîlê şehîd ketin derket 10î. Di çalakiyan da ji 400î zêdetir kes bi guleyên heqîqî û hezar û 350î yî zêdetir kes ji ber mudaxaleya eskerên Îsraîlê birîndar bûn. Hat gotin ku ji nav birîndaran rewşa 33 kesan gelekî xedar e.
Ji 30yê adarê roja înê ku çalakiyan dest pê kir vir va 31 Filistînî şehîd ketin û bi hezaran jî birîndar bûn.