Li Xan Yûnisa bajarê Filistînê gelek filistînî ji ber salvegera 67emîn a Nekbeyê (Bobelata Mezin) "pifdanokên vegerê" yên îşaret dikin ku dê penaberên filistînî rojekê vegerin welatê xwe berdan asîmanan.
Filistînî bi banga Hemasê kom bûn û gelek pifdanokên ku li ser wan navên bajar û bajarokên ku di sala 1948an de lê hatin tehcîrkirin û "Em ê vegerin" û "Veger wekî rojê heqê me ye" dinivîsîn berdan asîman.
Berdevkê şaxa "Çalakiya Girseyî" yê Hemasê Mihemed Taah ji nûçegihanê AAyê re axivî. Taah da zanîn ku armanca vê çalakiyê ew e ku filistînî navê cihên ku lê hatin tehcîrkirin ji bîr nekin.
Taah diyar kir ku bi pifdanokên ku dixwazin asîmana Filistînê wekî stêrkekê ronî bikin peyama 'Filistîniyan hêviya xwe ya vegerê winda nekirine' bidin Îsraîlê.
Îsraîlê di 14ê gulana 1948an de axa Filistîn dagir kir û serxwebûna xwe îlan kir. Filistîniyên ku di vê maweyê de mecbûr man welatê xwe biterikînin her sal 15ê gulanê wek Nekbe bi bîr tînin. Li gor rapora ku NYyê di sala 1950yan de weşand ji nêvî zêdetir nifûsê Filistînê ya wê heyamê mecbûr man ku welatê xwe biterikînin û bibin penaber.