Zarokên sûriyeyî û xezeyî li Tirkiyeyê hatin bal hev û ji bo aştiyê sond xwar.
Zarokên şer ên sûriyeyî yên a niha li Tirkiyeyê dijîn, çûn serdana hevalên xwe yên xezeyî yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Yenîmahaleyê tên tedawîkirin.
Zarokên şer li nexweşxaneyê demekê bi hev re sohbet kir û gotin ku dê keraseta ku hat serê wan tu caran ji bîr nekin û gotin wek helbestên Nazim Hikmet "Min ji bo xwe ji we tiştek nexwest. Zarokên ku wek kaxizê dişewitin nikarin şekir jî bixwen. Li deriyên we didim xaltî, apo; îmzeyekê bidin. Bila zarok neyên kuştin û bikaribin şekir jî bixwen..."
"Naxwazim mirina kesî bibînim û bibihîzim"
Mihemed Yazanê 13 salî destnîşan kir ku ew li bal birayên xwe yên Xezeyî ne û wiha got: "Êşa me û we yek e. Li welatê me û welatê we şer hebû."
Mihemed got şer "xwîn, êş, rondik û jihevduqetîn e" û wiha dewam kir: "Li Sûriyeyê şer heye. Her roj bi sedan kes dimirin. Em digel dengên firoke, tang û tifingan dijîn. Em êdî naleyîzin, sitranan nebêjin, tenê dia dikin; ji bo ku em nemrin, dê û bavên me nemrin. Em ditirsin..."
Mihemed wiha berdewam kir:
Ez êdî şer naxwazim. Naxwazim kes bimire. Em ê bixwebitin, bixwînin û piştgiriyê bidin welatê xwe. Bêyî deng û xwîn em dixwazin bijîn. Em, zarokên şer em ê ji bo aştiyê bixebitin."
Ahmed El-Seîdê 12 salî got ku li welatê wan dê û bavê gelek kesan mirine û dê û bavê wî jî mirine, tenê maye.
El-Seîd got bîriya lîstikê kiriye û wiha dewam kir: "Berê mê di kolanan de lîstika xefxefokê dileyîst. Lê niha em ji bo nemrin, ji ber bombe û berikan xwe vedişêrin."