Hat ragihandin ku herêma ku bajarokên Amirlî, Silêmanbegê û Tûzxûrmatûya navçeya Selaheddîna wîleyata Iraqê bi temamî ji milîtanên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) hatin xilaskirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li herêmê bi dest xistin, artêşa Iraqê piştî ku duh bi piştgiriya hêzên pêşmergeyan û milîsên şiî bajaroka Silêmanbegê bi dest xistin, berê xwe dan hedefên DÎŞIyê yên li hawirdor. Operasyon bi çekên giran hatin kirin, gelek milîtanên rêxistinê hatin berterefkirin. Di encama operasyona berfireh de 33 gundên li herêmê bi temamî xistin bin kontrola xwe. Rêbeja di navbera Amirlî û Kerkûkê de jî dîsa ji bo hatûçûyê hat vekirin.
Hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê ji bo ku Kerkûk û derodara Kerkûkê ji milîtanên DÎŞIyê paqij bikin, amadehiya operasyoneke nû dikin.
- Rewşa li Amirliyê
Di vê navberê de hat dîtin ku rewşa Amirliya ku ji bin dorpêçkirina DÎŞIyê hat xilaskirin, bê deng e. Hin tirkmen ji bo ku xilasbûna ji dorpêçkirinê pîroz bikin, daketin kolanan û hat dîtin ku hin ji wan leşkerên ku ew xilaskirin hêmbêz kirin û spasiya wan kirin.
Bajaroka Amirliya ku piraniya nifûsa wê tirkmen in û navçeya Tûzxûrmatûyê bi rojan di bin dorpêçkirina DÎŞIyê de mabû. Milîtanên DÎŞIyê ji ber ku nêzî her du herêman dibûn, yekîneyên artêşa Iraqê bi piştgiriya balafirên şer ên DYAyê li herêmê berî milîtanên rêxistinê dabûn.