Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya li Sûriyeyê Salih Muslim diyar kir DÎŞIya rêxistina terorê hêzeke ku têk naçe, nîne û got "Me bi berxwedana xwe ya li Kobanêyê ev yek îspat kir. Heke wekî ku me kir li hemû eniyan heman rêbaz bê bikaranîn dê bikarin DÎŞIyê ji holê rakin."
Muslim di 3yemîn Forûma Silêymaniyê ya Navneteweyî de di rûniştina bi serenava "Derketina dînamîkên kurd û rûdanên herêmî" de axivî. Muslim got ji ber ku artêşeke wan a bi rêkûpêk hebû, pêşmergeyan arîkariya çekên giran piştgirî da û welatên koalîsyona di bin serkêşiya DYAyê de jî ji hewayê piştgirî da û me li Kobanêyê DÎŞI têk bir.
Muslim got ku DÎŞI bi taybetî şandin li ser kurdan, tiliya gelek kesan di nav rêxistinê de ye û hin kes kurdan ji xwe re dikin hedef. Muslim bal kişand ku DÎŞI hêzeke wisa nîne ku têk naçe û wiha axivî: "Me bi berxwedana xwe ya li Kobanêyê ev yek îspat kir. Heke wekî ku me kir li hemû eniyan heman rêbaz bê bikaranîn dê bikarin DÎŞIyê ji holê rakin."
Muslim da zanîn DÎŞIya rêxistina terorê dixwaze ku îro li Serêkaniyê qetlîameke wekî qetlîamên ku li Şingala navçeya Mûsilê kir, bike.
Muslim qal kir ku DÎŞI zirarê dide berhemên dîrokî yên aidê şaristaniyên li Mezopotamyayê û wiha axivî:
"Me dît ku ev rêxistina terorê li Mûsil û herêmên din zirarê çawa dide berhemên dîrokî. Hemû hêzên dibêjin ku 'Ez mirovahiyê û nirxên mirovahiyê diparêzim' divê li hember vê rêxistinê bibin yek. Helbet dê ev rêxistin ji holê bê rakirin lê belê ji bo ku mantiqa wê jî ji holê bê rakirin, têkoşîneke di asta navneteweyî de hewce dike. Di heman demê de divê li herêmên tehdekar û dîktatorî yên ku dibin sedema valahiyê cihê xwe bidin pergalên demokratîk."
Muslim li ser performansa jinan a li Kobanêyê jî sekinî û got "Jinên ku çek girtin destên xwe li Kobanêyê gel parastin. Ev yek jî bi modêla birêvebirina demokratîk a ku me ava kir, derket holê. Em dixwazin ku ev modêl li hemû herêmê bê tetbîqkirin."