Serokê TBMMyê Cemîl Çîçekê ku ji bo ziyareta fermî li Fransayê ye, Li Balyozxaneya Parîsê ya Tirkiyeyê civîna çapemeniyê kir û di civînê de axivî.
Çîçek destnîşan kir ku di êrîşên ku li serê meha kanûna paşîn li Parîsê hatin kirin de, Tirkiye yek ji wan welatên ku helwesta xwe bi awayekî eşkere nîşan da ye û got ku di vê çarçoveyê de di têkoşîna bi terorê re de hewldanên welatekî tenê têrî nakin, hat nîşandan ku hewldaneke navneteweyî hewce dike.
Çîçek got ku Tirkiye ev demek dirêj e hewl dide ku vê hevkariyê ji cîhanê re qise bike lê belê di vê hevkariyê de divê ku di nav rêxistinên terorê de cudahî neyên kirin û wiha axivî:
"Hewldana welatekî tenê têrî nake ku terorê ji holê rake. Tirkiye piştî tecrûbeyên xwe yên dilsoj ên bi qasî 30 salan xwest ku ji hemû cîhanê re qise bike lê me encameke bi dilê xwe bi dest nexistibû. Di vê asta ku em gihiştinê de her kes qala hevkariya navneteweyî dike. Dema ji aliyê me ve lê dinêrin qet rast nîne ku di nav rêxistinên terorê de cudahî bê kirin. Teror teror e. Rast nîne ku tişteş li ser vê zêde bikin û bi şert û mercan ve girê bidin. Em dibêjin 'em lid ijî her cure terorê ne' Ji ber vê yekê jî divê li ser cureyek rêxistina terorê tenê nesekinin. Li erdnîgariya ku em wir dijîn tekane rêxistina terorê DÎŞI nîne, beriya wê PKKya rêxistina terorê ya ku 40 hezar welatiyên me qetl kir heye. Niha di bin dîmena ku bi DÎŞIyê re şer dikin de divê paş guh nekin ku PKK jî rêxistineke terorê ye, ev yek meşrûiyetê nade wê. Li gor me rêxistina terorê dûpişk e, dema ku firsendê dibîne bi her kesê ve dide."
-"Hêviya me ji DMMEyê ew e ku bila ji aliyê hiqûqê ve li mijarê binêrin"
Çîçek der barê îdiayên ermeniyan ên ku dê di 24ê nîsanê de salvegera wan ên sedemîn bê bibîranîn de got ku divê dîroknas biryarê bidin.
Çîçek got ku "Tu pirsgirêkên Tirkiyeyê bi gelê ermen re tune. Meseleya rastîn ew e ku dîaspora li cîhanê kampanyayeke reşkirinê ya ku polîtîkayên Ermenistanê dixe bin îpotekê, berdewam dike." Çîçek qal kir ku hin kom ji vê kampanyaya reşkirinê sûd werdigirin.
Çîçek got "Hêviya me ji DMMEyê ew e ku bila ji aliyê hiqûqê ve li mijarê binêrin."