Bi minasebeta Cejna Newrozê li Qesra Spî pîrozbahî hat kirin.
Michelle Obamaya jina Serokê Amerîkayê Barack Obama di çalakiya pîrozbahiyê de mazûvanî kir. Ji welatên ku Newrozê pîroz dikin jî mirov beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Ekîbên folklorê di çalakiyê de reqisîn û ji bo Newrozê menuyeke taybet jî hat amadekirin.
Michelle Obama axivî û got ku ew dixwazin ku li Qesra Spî çand û kevneşopî zêdetir bibin û got: "Newroz jî yek ji van kevneşopiyan e."
Obamayê got ku ew kêfxweş in ku mazûvaniya pîrozbahiyên Newrozê dikin.