Pêşmerge û Heşdî Şabiya ku ji milîsên şiiyan pêk tê, ji bo operasyonê xwe amade dikin ku Beşîra gundê tirkmenan yê li ser Kerkûkê ji destê DÎŞIyê xilas bikin.
Li gor agahiya ku hat stendin, yekîneyên artêşê ji bo ku gundê Beşîrê ku 25 kîlomêtre dûrî Kerkûkê ye, xilas bikin wê operasyoneke mezin bikin. Ji bo operasyonê gelek çekên giran, wesaîtên bizirx, milîsên şiî û pêşmerge sewqî herêmê kirin.
Pêşmerge û milîs li navbeyna Tazexûrmatû û gundê Beşîrê civiyan û beriya operasyonê çekên xwe ceribandin. Cîgirserokê Meclisa Bajarê Kerkûkê Necat Huseyîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku amadehî temam bûn, operasyonê demeke nêz de dest pê bike. Huseyîn got ku pêşmerge û milîsên şiî wê bi hev re operasyonê bikin û destnîşan kir ku ew ê milîtanên DÎŞIyê ji herêmên tirkmenan ji binî ve biavêjin.
Di 2014an de piştî ku artêşa Iraqê vekişiya, gundê Beşîrê ketibû destê DÎŞIyê. Pêşmergeyan dawiya heftê li herêmên nêzî Havîceya Kerkûkê operasyon kiribû û 30 gund rizgar kiribû.