Televizyona CNNê îdia kir ku keleşên compîterê yên rûsî bi derqanûnî xwe gihandine hin compîterên Qesra Spî û agahiyên bernameyên Serokê DYAyê Barack Obama bi dest xistin. Qesra Spî jî der heqê îdiayê de daxuyanî da û ragihand ku ew bûyer par qewimî û wê demê di çapemeniyê de jî cih girt.
CNNê nûçeyekê weşand û îdia kir ku keleşên compîterê yên rûsî îro ketin pergala compîterên Qesra Spî û agahiyên bernameyên Obama jî di nav de gelek agahî birin. Di nûçeyê de hat gotin ku keleşên rûsî ewilî ketin tora compîterên Wezareta Darên Derve yê DYAyê û ji ser wê jî xwe gihandin pergala compîterên Qesra Spî.
Ji berdevkên Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Mark Stroh jî daxuyanî da û wiha got: "Ev bûyereke nû nîne. Par tiştekî wiha qewimî, di compîterên ku keleş ketibûnê de agahiyên pir girîng tunebûn û ev mesele di wê heyamê de jî di nûçeyan de cih girt. Nûçe spekulasyone û li ser daxuyaniyên ku me wê demê kiribû hatiye avakirin."