2016 ж. 26 ақпан•Rojanekirin: 2016 ж. 27 ақпан
ANKARA
Hat ragihandin ku rayedarên DYAyî di mijara hêzên PYDyê ya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê de dikevin nav îxtilafê.
Di Chicago Tribunê de gotara Josh Rogîn û Elî Lakeyê ji nivîskarên Blooomberg Vîewê bi serenava "Qesra Spî piştgiriya ji bo Kurdên Sûriyeyê nîqaş dike" hat weşandin. Di gotarê de hat diyarkirin ku PYD êrîşî mixalifên ku DYA piştgirî didê dike lê belê rayedarên amerîkayî di mijara derbasî safa dijî hêzên PYDyê bûne an na û dê arîkariya çekan a ji bo wan berdewam bikin an na de wekî hev nafikirin.
Di gotarê de dan zanîn ku hêzên PYDyê axên di destê mixalifan de bi dest dixin, li bakurê welêt ji êrîşên rejima Sûriyeyê yên ku Rûsya piştgirî didê avantaj bi dest dixe. Bal kişandin ku hin komên di nav birêvebiriya Obamayê de di mijara gelo PYD tenê berjewendîparêz e an jî êrîşên xwe bi Rûsya, Îran û rejima Sûriyeyê re kordîne dike an na de di nav îxtilafê de ne.
Di gotarê de hat destnîşankirin ku hin rayedarên hikûmetê dibêjin ku di destê îstixbarata DYAyê de belgeyên ku hevdîtinên di navbera rayedarên di Hêza Qûdsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê yên ku ji sala 2011an vir ve dijî mixalifan di eniyên rejima Esed de şer dikin û YPGyê de nîşan didin hene û heman rayedar dibêjin ku YPG bi PKKya li Tirkiyeyê re di nav têkiliyeke nêz de ye.
Di gotarê de cî dan daxuyaniya rayedarî hikûmetê yê biqidem, rayedarê qal kir ku CIAyê derxist holê ku di êrîşeke li herêma Mareayê ya ku birin ser baregeha mixalifên sûriyeyî yê ku CIA piştgirî didê de PYD rasterast bi hêzên ûris re hevkariyê dike.
Di gotarê de dan zanîn ku rayedarekî din ê amerîkayî dikeve nav fikaran ku YPG bi Esed, Rûsya û Îranê re bi awayekî eşkere di nav hevkariyê de ye û hat destnîşankirin ku rayedarekî din ê ku di kampanyaya ku dijî DAEŞê tê kirin de peywirdar e jî bawer dike ku YPG ji hin komên mixalif ewle nîne.
Di gotarê de hat destnîşankirin ku mixalif û YPG dijî DAEŞê têkoşîn dikin lê belê YPG li paş dimîne ku bi rejima Esed re bikeve nav şereke mezin û hat gotin ku DYA xwe di rewşeke wisa de dît ku piştgirî dide her du aliyan jî.
Di gotarê de hat ragihandin ku hin rayedarên Amerîkayî îdia dikin ku ji bilî piştgirîdayîna YPGyê tu şensê DYAyê tune, YPG her çiqas êrîşî mixalifên ku DYA piştgirî didê bike jî wisa difikirin ku di têkoşîna dijî DAEŞê de ji yên din bitesîrtir e.
Di gotara Rogîn û Lake de wiha hat gotin:
"Komeke cuda ya di nav birêvebiriya Obama de diparêze ku piştgiriya ku didin YPGyê, zirarê dide hewldanên Amerîkayê yên ji bo avakirina hêza bejayî ya erebên sûnî. Ev kom îdia dike ku tu niyeda YPGyê tune ku êrîşî parêzgehên DAEŞê yên wekî Reqaê bike, bê pêşbînî ye bihêlin ku ew dijî Esed suniyan aciz bike. Ev sunî ji bo ku DAEŞa li axên sunî bê paqijkirin wekî çavkaniya herî mezin a hêviyê tê dîtin. Ew wisa difikirin ku divê bêtir piştgirî bidin komên erebên sunî yên ku li Helebê û dora wê şer dikin kêmtir piştgirî bidin YPGyê."
Di gotarê de dan zanîn ku Samantha Powera Balyoza Neteweyên Yekbûyî ya DYAyê di nav wan kesan de ye ku dixwaze ku bêtir piştgirî bidin mixalifên erebên sunî.