Serokomar Erdogan: "PKK û PYD eynî ne. Dixwazin li Bakurê Sûriyeyê dewletekê ava bikin. Em wek Tirkiye, destûrê nadin vê."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasima xîmdanînê ya Kampusa Navendê ya Esenbogayê û vekirina Avahiya Laboratuvarê û Zanistên Bingehîn ên Tenduristiyê ya Zanîngeha Yildirim Beyazit bû.
Ji ber ku feyde daye hiqûqa navneteweyî nasnava doktoraya fexrî dan Erdogan û Erdogan di merasimê da axivî.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser êrîşa bobeyî ya li Siltanahmedê û wiha got: "Li Siltanehmedê êrîşa xwekujiyê hat kirin. Gelo ev jin çawa wiha hat perwerdekirin? Çawa hat vê rewşê? Bi vê kirinê wê çi bikeve destê te? Çi sûc û gunehê birayê me Kenanê ku li wir bû, hebû? Gelo ji bo ku mirov û tûrîst neyên qada Siltanehmedê ya ku yek ji destînasyonên cihê tûrîzmê yê herî girîng yê Tirkiyeyê ye, ev êrîş kir? Gelo ji bo ku îspat bike ku ev herêm hêrêmên ewledar nînin, ev çalakî kir? Bi heman awayî şeş roj berê li Dolmabahçeyê jî êrîş hat kirin. Hûn dixwazin bi vî awayî îdeolojiya xwe li welêt serdest bikin. Em naxwazin xwendekarên zanîngehê yên ku kevir, molotofê davêjin û çekan diemilînin, bibînin, em dixwazin xwendekarên ku ku ji bo pêşketin û mezinbûna dewletê projeyê amade dikin, bibînin."
Serokomar Erdogan di berdewamiyê da wiha got: "PKK û PYD eynî ne. Dixwazin li Bakurê Sûriyeyê dewletekê ava bikin. Em wek Tirkiye, destûrê nadin vê."