WASHINGTON
Qesra Spî encamên analiza ku ji hêla bîrîmên saloxgeriya Amerîkayê ve hate kirin, bi raya giştî ve parve kir. Di analîzê de hat gotin ku êrîşa bi çekên kîmyevî ya li Şamê hatibû kirin, ji hêla rejima Sûriyê ve pêk hatiye. Nexşeya herêmên ku ji êrîşê bandordar bûne jî hatin weşandin.
Di analîzê de hat bibîrxistin ku di êrîşê de 1429 kes mirin û ji van 426 heb jî zarok bûn. Hat gotin ku ev agahî, ji istixbarata erdnîgarîyê, hîn çavkaniyên din û hin kesan hatine berhevkirin.Ji bo ku çavkanî û metod bên parastin jî hemû agahî dê bi raya giştî re neyên parvekirin.
Di raporê de hat gotin ku rejimê di êrîşê de "gaza sînîrê" jî bikar aniye û rejîm xwedî gazên hardal, sarîn û VXyê ye û gelek madeyên kîmyewî û bi hezaran cebilxane jî di destê rejimê de hene.
Hat diyarkirin ku ji bo bikaranîna çekên kîmyewî biryara herî dawîn Serokê Dewleta Sûriyê Beşşar Esed dide û Navenda Lêkolînê û Xebatên Zanistî yên Sûriyê yên ku girêdayî Wezareta Parastina Sûriyê (SSRC) ye jî, ji çekên kîmyewî yên welat berpirsyar e.
Di raporê de hat gotin ku rejima Sûriyê di salên dawîn de li Şam û gelek cihên din jî çekên kîmyewî bi kar aniye. Lê muxalifan çekên kîmyevî bi kar neanîne.
Hat îfadekirin ku beriya êrîşê amadehî hatine kirin, 3 roj beriya bûyerê jî agahî hatiye ku dê rejim êrişê bike. Di dema êrîşê de roket û çekên giran hatine bikaranîn û ev dîmen jî ji dîmenên peykê hatine tespîtkirin. Di dema erîşê de li herêmê tu balafir nefirîne, ev jî diyar dike ku rejimê bi roketan ve êrîş kiriye. Li herêmê nêzîkî 3600 nexweş ji ber gaza sînîrê çûne nexweşxaneyan.
Di raporê de hat diyarkirin ku ji 12 herêmên cuda dîmenên videoyan hene û ne mûmkin e ku evqas dîmen ji hêla muxalifan ve bên kişandin. Ji hêla din, hatiye tespîtkirin ku berpirsyarên sereke di nav hev de bi hev re axivîne û di axaftinên xwe de fikar kirine ku NY dê delîlan bi dest bixe.