Şerê Sûriyeyê bi hemû tundiya xwe ve dewam dike û li dû xwe mirî û birîndaran dihêle. Hin kes di pevçûnan de û hin kes jî di êrîşên hêzên Esed de birîndar dibin û dimrin. Hinek jî ji ber tirsa şer nexweş dikevin û derûniya wan xirab dibe.
Fatma Kul (20) a ji Sûriyeyê ji êrîşeke warêlê xilas bû, lê dema ku bavê wî di vê êrîşê de mir ji tirsan û xemgîniyê felc bû û nexweşiya pençeşêrê lê peyda bû. Niha daxwaza wî ew e ku tedawî bibe û car din bikaribe bimeşe.
Diya Fatmayê Galiye Casimê daxuyand ku (46) ew sal û nîvek berê ji Helebê hatine Reyhanliya navçeya Hatayê û wan ji ber şer gelek zehmetî kişandine.
Casim wiha axivî: "Bombeyeke warêlê li nêzîkî mala me teqiya û mêrê min mir. Fatma jî li malê bû, lê şikir tişte pê nehat. Lê ji ber ku pir tirsiya nexweş ket û li erdê ma. Em çend caran çûn nexweşxaneyê lê ji ber ku baş lê nenêhêrin em hatin Tirkiyeyê. Hê me van êşên xwe ji bîr nekir, qîza min nexweşiya penceşêrê ket. Ne mêrê min heye û ne jî tu kesê min. Pereyê me tune ku em tedawî bikin. Ez ji xêrxazan alîkariyê dixwazim."
- "Ez dixwazim bimeşim"
Fatma Kulê jî behsa bûyerê û nexweşiya xwe kir û wiha axivî: "Doxtoran gotin ku di teşka te de urek derketiye û nexweşiya penceşêrê ye. Jiyana min sero bino bû. Ev sal û nîveke ez bê hêvî û bê çare me. Em hatin Tirkiyeyê û em zanin ku bi tenê li vir wê alîkariya me bikin."