Hat ragihandin hêzên Esed bi firokeyan êrîş bir ser pêşdibistana ku li Heleba di kontrola mixalifan de ye û di êrîşê de 10 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku êrîş bi bombeyên warîlê hat kirin.
Li gor agahiyê ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên nexweşxaneya Sahrayê ya li herêmê girtin, firokeyeke hêzên Esed, bi bombeyên warîlê êrîş bir ser pêşdibistaneke li herêma Selahaddînê.
-Zarok û mamoste qetil kirin
Rayedaran got ku di êrîşê de 6 jê zarok, 4 jî jê mamoste bi tevahî 10 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn. Rayedaran destnîşan kir ku birîna 8 kesan giran e û pêdiviya nexwewşxaneyê bi alîkariya malzemeyên tibî heye.
Ji aktîvîstên herêmî yê li herêma Salahaddînê Mervan Salim got ku avahiyên li herêma ku hat bombekirin wêran bûn. Di bin xirbên avahiyan de hê însan hene. Tîmên parastinê yên sivîl bi makîneyên kar hewl didin ku wan ji bin enqazê derbixin.
Li gor daneyên Şehidên Şoreşa Sûriyeyê ji adara 2011an vir ve, li Helebê di êrîşên rejima Esed de herî kêm 25 hezar kes mirin.