Kanadayê daxuyand ku dê dubare 5 milyon dolar alîkarî bide Nepala ku bi erdeheja 7,8 şidetê ve hejiya û dixwaze ku birînên wê sax bike.
Wezîrê Pêşketina Navneteweyî yê Kanadayê Chrîstîan Paradîs di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir wan biryar stand ku tevî ekîbeke nû ya lêgerîn-xelaskirinê, peywirdarên xêrxwaziyê û dubare 5 milyon dolar alîkariya din bişînin Nepalê.
Paradîs destnîşan kir xeynî tîma ku ji 30 kesî pêk tê û girêdayî Tîma Mudaxeleya Alîkariya Bilez (DART) a Artêşa Kanadayê ya li Trentonê ye wê tîmeke din jî bişînin Nepalê û wiha dewam kir: "Bi vê tîmê re dê tîmeke sivîl a ku peywira wê polîtîk û xêrxwazî ye û girêdayî Wezareta Karên Derve ye dê biçe Nepalê."
Ji hêla din Wezîrê Karên Derve yê Kanadayê Rob Nîcholson di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di nava tîma DARTê ya ku dê biçe Nepalê de wan pêşanî da endazyarê avahiyan, pisporê alîkariya pêşîn, teknîsyenê labaratûwarê, dermansaz û personelê alîkariya tibî.