EDMONTON
Li gor agahiyan li Kanadayê ji ber şewba berazan 10 kesên din jî mirin.
Ji Wezareta Tenduristiyê ya Eyaleta Albertayê Dr. James Talbot daxuyaniyek da û eşkere kir ku li tevahiya eyaletê bûyerên şewba berazan her ku diçin zêde dibin û niha ji rewşa ji 40î zêdetir nexweşan giran e.
Tablot da zanîn ku di navbera 24 saetên dawîn de 10 kesên ku temenê wan di navbera 18 û 64an de diguherin ji ber virusa H1N1a ku dibe sedema şewba berazan, mirin. Tablot diyar kir ku parêz ji sedî 23yê kesên li eyaletê xistin.
Ji aliyê din ve ditirsin ku li eyaleta Saskatchewan û paytext Ottawayê jî mirinên ji ber şewba berazan zêde bibin.
Li tevahiya welêt berî niha 9 kes ji şewba berazan miribûn.