SAKARYA
Li Tirkiyeyê di navbera 2008 û 2012an de hejmara cixarekêş û titûnkêşan qasî 2 milyon û 200 hezar kesan kêm bû. Ev hejmar di nav mêran de ji sedî 49,9an kêm bû, bû 41,5. Di nav jinan de jî ev hejmar ji sedî 15,2an kêm bû, bû 13,1.
Serokê Komeleya Têkoşîna Dijî Cixarê ya Tirkiyeyê Mustafa Aydin di daxuyaniya xwe de diyar kir ku heta sala 1995an di dinyayê de navê Tirkiyeyê di têkoşîna li dijî titûnê de derbas nedibû. Lê bi "Qanûna Kontrola Titûnê" ya ku di sala 2008an de derket û bi tevgerên hikûmetê ve ji sala 2010an pê ve Tirkiye di dinyayê de bû mînak.
Li gor rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê ya bi navê Rapora Belavbûna Titûnê ya Kûreyî ya sala 2013an Tirkiye di kontrola titûnê de bû ewilîn û yekem welatê ku li gor krîteran tevdigere. Aydin wiha got: "Wextekî di dinyayê de digotin 'wek tirkan cixarê dikşîne' lê êdî ev gotin nema, li şûna vê dibêjin 'wek tirkan li dijî cixarê têkoşînê dide.'
Aydin diyar kir ku ew dê têkoşîna xwe ya dijî cixarê bidomînin.