XEZE
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas), Tirkiye ji bo serkeftina ku di hilbijartinên giştî yên parlementeriyê de bi dest xist, pîroz kir.
Samî Ebû Zuhriyê Berdevkê Hamasê di daxuyaniya nivîskî de wiha got: "Tevgera Hamasê ji bo serkeftina ku Tirkiyeyê di hilbijartinên parlementoyê de bi dest xist, Tirkiyeyê pîroz dike."
Zuhrî, AK Partiya ku di hilbijartinan de bû yekemîn, HDPya ku cara ewil ket meclisê û hemû partiyên ku ketin meclisê pîroz kir.