2015 ж. 04 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 05 қараша
OTTAWA
Hat ragihandin, kanadayiyekî ku berê mensûbê artêşê bûye û tevî YPGê bûye, li Iraqê hatiye girtin.
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Kanadayê Amy Mîlls navê wî neda, lê diyar kir kesekî ku 4 sal û nîvî di artêşa Kanadayê da wezîfe kiriye, li herêmeke qedexe ya Iraqê hat girtin.
Mîlls eşkere kir ku leşkerê berê tevî YPGê bûye û got ku Iraq destûrê nade ku dildarên biyanî li ser axa wan şer bikin û leşkerê berê yê Kanadayê jî ji ber vê hincetê hat girtin.
Berdevk Amy Mîlls got ku têkiliya wan û miqamên Iraqê dewam dike û Balyozxaneya li Ammanê ya Kanadayê mijarê teqîb dike.