2015 ж. 04 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 04 қараша
BUKREŞ
Li Bukreşa paytexta Romanyayê roja şemiyê di meyxanekê de şewat derketibû. Piştî şewatê li welêt protesto hatin kirin. Serokwezîrê Romanyayê Vîctor Ponta li ser protestoyan îstifa kir.
Ponta di daxuyaniya xwe de wiha got: "Ez îstifaya xwe pêşkêş dikim. Ez û hikûmeta me em dev jî wezîfeyê berdidin."
20 hezar kes şeva sêşemê li hev civiyabûn û xwestibûn ku Serokwezîr Ponta, Wezîrê Karên Navxweyî Gabrîel Oprea û serokê şaredariya herêma ku meyxane lê ye îstifa bikin.
Serokomar Klaus Lohannîs li ser medyaya civakî wiha gotibû: "Ez van daxwazan fêm dikim. Mafê wan heye ji bo daxwazan û divê yek berpirsyariya siyasî hilde li ser milê xwe. Ji vir şûn de siyasetmedar dizanin."
Li Bukreşê di Meyxaneya Colectîv de koma muzîkê "Goodbye to Gravîtiy" albuma xwe ya nû dida nasandin. Di wê şevê şewat derketibû û di şewatê de 32 kes miribûn û 180 kes birîndar bûbûn. Rayedaran daxuyandibûn ku ji ber ku di avahiyê de deriyek tenê heye îzdiham çêbûye.
Sê kesên xwediyê meyxaneyê hatibûn binçavkirin.