2016 ж. 09 маусым•Rojanekirin: 2016 ж. 10 маусым
ÎSTANBUL
15mîn Şampiyonaya Fitbolê ya Ewropayê (EURO 2016) wê bi pêşbirka ku di navbera Fransa û Romanyayê bê kirin va wê dest pê bike.
Fransa û Romanyaya ku di Koma Ayê da ne li Stade de Franceya li bajarê Saînt-Denîsê bi hakemiya Vîktor Kassaî va bi saeta Tirkiyeyê di saet 22.00î da wê bên hemberî hev.
Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê ya ku di Koma Dyê da ye jî ji bo bikaribe ji komê derbikeve wê bi Spanya, Hirvatistan û Komara Çekê ra têbikoşe.
Tirkiye pêşbirka xwe ya ewil a di komê da 12 hezîranê roja yekşemê wê bi Hirvatistanê ra bike, 17 hezîranê roja înê jî wê bi Spanyayê ra bê hemberî hev û pêşbirka herî dawîn jî di 21ê hezîranê roja sêşemiyê wê bi Komara Çekê ra bike.
Di şampiyonayiyê da 16 tîmên ku ji bo tura duyemîn mabûn wê di 25-26-27ê hezîranê da, fînala çaryekê di 30yê hezîranê da nîvefînal di 1,2 û 3ê tîrmehê da, fînal jî wê di 10ê tîrmehê da bê lîstin.