TBMM
Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu ragihand ku li Tirkiyeyê di sala 2012an de ji bo tedawiya madeyên hişbiriyê 3 hezar û 48 kes li ser piya, 329 kes di nav cihan de bi tevahî 3 hezar û 377 zarok serlêdan kir.
Muezzînoglu bersiva pirsa nivîskî ya parlamenterê BDPê yê Vanê Ozdal Uçer da û ragihand ku li Tirkiyeyê ji bo tedawiya kesên ku madeyên hişbiriyê bikartînin 25 Navenda Tedawîkirina Madeyên Hişbirî û Alkolê (NTMHA) hene.
Muezzînoglu diyar kir ku ji bilî du navendên tedawiyê, di navendên din de hemû nexweş di nav cihan de tên tedawîkirin. Di nav sala 2012an de 3 NTMHAyên nû vebûn û di sala 2013an de jî em dixwazin ku navendên tedawîkirina madeyên hişbiriyê yên nû jî vekin.
Muezzînoglu diyar kir ku li Îstanbûl, Îzmîr û Diyarbekirê Navenda Tedawîkirin û Lêkolîneriya Madeyên Hişbirî ya Zarok û Mezinan heye û di planên wezaretê de bajarê Vanê jî heye. Ji bo ku li Vanê jî navenda tedawîkirina madeyên hişbirî vebe xebat didomin.
Muezzînoglû anî ziman ku li Vanê di sala 2012an de 11 kes li piya, 6 zarok jî di nav cihan de ji bo tedawîkirina madeyên hişbiriyê serlêdan kirin. Li Tirkiyeyê jî di sala 2012an de ji bo tedawiya madeyên hişbirî 3 hezar û 48 kes li ser piya, 329 kes di nav cihan de bi tevahî 3 hezar û 377 zarok serlêdan kirin.