Nihat Kavşut
14 Mijdar 2015•Rojanekirin: 14 Mijdar 2015
Serokomarê Fransa François Hollande ragihand, ew êrîşa terorîstî ya ku duhî şev li Parîsê hat kirin, ji aliyê DAEŞa rêxistina terorîst ve hatiye lidarxistin.
Hollande di civîna Konseya Bergiriyê da ya ku li koşka Elysee hat sazkirin got, "Ew êrîşên ku li Parîsê hatin kirin, "sedema şer" e, em jî weke welatekî, li dijî şer divê ku tiştê pêwîst bikin. Ev êrîş ji aliyê artêşeke terorîst ve ku navê wê DAEŞ e, li dijî azadiya me hatiye lidarxistin."
Serokomarê Hollande, destnîşan kir ku plana êrîşê li derve hatiye danîn û ji aliyê hevkarên wan yên nav welêt ve jî hatiye cîbicîkirin.
Hollande amaje pê da ku li welêt 3 rojan şîn ragihandiye û ew êrîş jî weke "hovîtiya reha" wesif kir.
Hollande bangewaziya yekîtiya navxweyî û aramiyê li gel kir û got, "Di rojên pêşiya me da ji bo zêdekirina ewlehiyê li Parîsê wê hejmareke gelek leşker li bajêr bin. Êrîşeke şermazar û tund hate serê Fransa. Lê Fransa li dijî van êrîşan wê bi şiklekî bê mihrîbanî tev bigere."
Herwiha biryar e, Hollande roja duşemê di civîna Perlemana Neteweyî ya li Versaillesê da, der barê van êrîşan de gotarekê pêşkêş bike.
Hatibû ragihandin di encama êrîşên terorîstî yên ku duhî li Parîsê hatibûn kirin da, hejmara kuştiyan gihaye 128an. Di êrîşê da herwiha 80 jê giran 180 kes birîndar bûne.