BUKREŞ
Tîma Fitbolê ya Tirkiyê di seridandinên Ewropayê yên Qûpaya Cîhanê ya 2014an de, di koma Dyê de, maça xwe ya 8emîn li Bukreşê bi Romanyayê re leyîst. Tirkiye ji bo ku bikaribe beşdarî Qûpaya Cîhanê ya 2014an bibe lazim bû ku di koma xwe de, di rêze duyemîn de bi cih bibe.
Ji bo ku ev hêvî bidome Tirkiyê bi têkoşîneke baş dijberê xwe bi golên Bûrak Yilmaz û Mevlut Edînç têk bir û hêviya xwe ya ji bo Qûpaya Cîhanê ya 2014an xurt kir.
Di komê de Tirkiye dê du maçên din jî bileyîze. Ji wan yek di 11ê cotmehê de bi Estonyayê re û ya din jî di 15ê cotmehê de bi Hollandayê re ye.
-Macaristanê jî qezenc kir
Di seridandinên Ewropayê yên Qûpaya Cîhanê ya 2014an de di koma Tirkiye de Macaristan û Estonya hatin hemberî hev.
Di vê pêşbirkê de Macaristanê Estonya li qada xwe kire mêvan û maç 5 û 1 qezenc kir.