Haydar Şahin
16 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2018
BUKREŞ
Mîhaî Tudoseyê Serokwezîrê Romanyayê piştî civînên Komîteya Rêveberiya Neteweyî ya Partiya Sosyal a Demokrat (PSD) diyar kir ku ji wezîfeya xwe îstifa kir.
Îro di dengdayîna veşartî ya civîna Komîteya Rêveberiya Neteweyî ya Partiya Sosyal Demokrat da ligel 59 rayan 4 rayên "na" û 4 rayên "bêalî" hatin avêtin, Serokwezîr Tudose piştgiriya partiya xwe nestand û piştî civînê diyar kir ku îstifa kir.
Tudose wiha axivî: "Ji ber ku min zêde nexweşxane û rêbej çênekirin xwe sûcdar dibînim, lê belê min sala 2017an jî xirab neqedand. Ji ber tu tiştekî poşman nînim."
Li bendê ne ku Tudose îro îstifaya xwe bi fermî bide.