Abdullah Tel
16 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2018
RAMALLAH
Endamê Lijneya Birêvebiriyê ya Rêxistina Rizgariya Filistînê (RRF) Ehmed Mecdelanî diyar kir ku lijneyê di demeke kurt da ji bo sepandina biryarên Konseya Navendî ya RRFê wê bicive.
Mecdelanî ji bo têlevizyona Filistînê axivî û got: "Lijneya Birêvebiriyê ya RRFê meqamekî xwedî raye ye û biryarên hikûmeta dewleta Filistînê dikare bişopîne. Ji bo sepandina biryaran jî berpirs e."
Mecdelanî destnîşan kir ku lijne wê di demeke kurt da bicive û bal kişand ser têkiliyên bi Îsraîlê ra û wiha pê da çû: "Têkiliyên bi Îsraîlê ra girêdayî du şertên krîtîk in. Ji wan yek divê Îsraîl, Filistînê wekî dewlet nas bike û ya duyemîn jî dev ji avakirina cih û waran berde û plan zeftkirina Qudsa Rojhilatê betal bike. Me bi berpirsyariyeke mezin ev yek ji Lijneya Birêvebirinê ra hişt ku bila ew biryara qebûlnekirina Îsraîlê bi xwe bide û vê yekê bi xwe eşkere bike."
Der barê rayavêtina ji bo biryarên konseyê da jî Mecdelanî ragihand ku ji endaman 72 kesan biryar sepand, 3 kesan biryar nesepand û 10 kesî jî biryara xwe eşkere nekir.
Konseya Navendî ya RRFê di encamnameya xwe ya ku piştî civînên heyama 28emîn a bi qasî 2 rojan li Ramallahê dewam kir da xwest ku mijara naskirina Îsraîlê bila bê sekinandin.