Abdullah Tel
10 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2018
BRÜKSEL
Lûtkeya NATOyê ya ku di navbera 11 û 12ê tîrmehê da dê bê kirin bi pêşanderiya 20 helîkoptêrên eskerî yên Tirkiyeyê jî di nav da wê dest pê bike.
Lîderên 29 welatên endamên NATOyê ji bo dayîna biryarên girîng ên pêşeroja îtifaqê wê sibê li Brukselê bên bal hev û helîkoptêrên eskerî yên 13 welatên wextê nîvrojê li hewayê wê pêşanderiyê bikin û paşê jî wê civîn dest pê bike.
Ji Tirkiyeyê jî du helîkoptêrên Atakê yên bi tîpa T129an wê beşdarî pêşanderiyê bibin. Tevî Tirkiyeyê wê helîkoptêrên Amerîka, Belçîka, Fransa, Almanya, Danîmarka, Îtalya, Polonya, Romanya, Slovenya û Çekyayê jî bi tevahî 20 helîkoptêr hebin.
Helîkoptêrên ku roja duşemiyê hatin û li baregeha eskerî ya Beauvechainê ya li Valona herêma Belçîkayê bi cih bûne wê bên baregeha NATOyê û pêşanderiya esmanî bikin.
- Tewdîrên ewlehiyê wê zêde bin
Ji hêla din va hikûmeta Belçîkayê ya ku mazûvaniya civînê dike ji bo ewlehiya Lûtkeya NATOyê 2 hezar û 400 polês û hezar jî esker wezîfedar kir.
Di çarçoveya ewlehiyê da hin rêyên derdora Baregeha NATOyê ku wê lîderê lê bicivin jî ji çûn û hatinê ra wê bên girtin.
- Ji hezar û 600î zêdetir rojnameger wê civînê bişopînin
Tê payîn ku ji hezar û 600î zêdetir rojnameger ên ji welatên cuda hatine Lûtkeya NATOyê bişopînin.
Ji bo rojnamegeran bi taybetî "Navenda Çapemeniyê" hat avakirin bi qasî 850 kes dikarin li wir bicivin.