Kerîm, heyeta ku Serokê Pêşvebirina AFADê Abdullah Dîlsîz, Serkonsolosê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Mehmet Akîf Înam û erkdarên din jî di nav de bûn qebûl kir û ji bo alîkariya însanî ya ku Tirkiyeyê şand, sipasiya Tirkiyeyê kir.
Serkonsolosê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Mehmet Akîf Înam wiha got: "Ji bo li Kerkûkê kampeke nû bê avakirin, teleb heye. Em jî li ser avakirina kampê û ji bo avakirinê hewcedarî bi çi heye axivîn."
Heyetê piştî hevdîtinan, Kampa Yahyava ya ku penaber lê dimînin ziyaret kir. Heyet bi kesên li kampê dimînin re axivî û daxwazên wan guhdar kir.