Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî, der barê gotinên ji yek rêveberê PKKyê Dûran Kalkan yên "Divê meriv nebêje emê Kurdistana Başûr tenê ji Hewlêrê bi rê ve bibin" de wiha got: "Kalkan îxanetê dike û dixwaze şerê navxweyî derxe."
Barzanî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de tund bersiv da gotinên Dûran Kalkanê yek ji rêveberê PKKyê yê ku rêveberina HKIyê bi dîktatoriyê sûcdar kir.
Barzanî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ewê destûr nedin ku helwestên navborî yên Kalkan li herêma Kurdistanê şîn bibe û wiha pê de çû:
"Em dibînin ku bi awayên cuda neyartiya Kurdistanê tê kirin. Daxuyanî, gotar, nivîsar, hevpeyvîn û amûrên cuda yên propagandayê awayê nû yê dujminatiyê ne. Bi daxuyaniyên xwe ve dixwazin şerê navxweyî tehrîq bikin û fitneyê bixin nava kurdan. Li Kurdistanê dubare avakirina rêveberiya duserî tê armanckirin. Ev azadiya ramanê nîne. Hewldanên bi vî rengî îxaneta li hemberê milet û wetan e. Ev hewldana danîna plan û bernameyên dujminan ên ji bo Kurdistanê ne. Cîbicîkirina bernameya neyaran e. Bi tu awayî cihê xwe yê qebûlkirinê tuneye ku li Kurdistanê dujmintiyên bi vî rengî yên li dijî wetan şîn bibin. Emê tuwextî rê nedin hewldanên bi vî rengî. Ev mijar li dijî ewlekariya neteweyî gefxwarin e. Ev serkeftiyên di destê me de bi xwîn û hêstiran ve hatine bi dest xistin. Hewlên bi vî rengî ji bo emniyeta me talûkeyek e."
Barzanî bangî Parlemento û hikûmeta HKIyê kir ku erkên xwe bînin cih û wiha dewam kir: "Li dijî vê bizava ku îxanetê wetan dike tevdîrên hewce bistînin. Bizavên bi vî rengî talûke ne. Ji bo ku dubare bi rewşeke wiha re rûbirûmayîn çênebe, rêbazên fermî û yasayî cih bikin. Rê li ber daxuyaniyên bi vî rengî bigrin. Daxuyaniyên bi vî hawî jiyan, hizûr û yekîtiya welêt dixe textê hedefê. Ev daxuyanî şerê navxweyî û rêveberiya duserî tehrîq dike."
Barzanî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew dixwaze bangî xelkê Kurdistanê û basikên siyasî jî bike û wiha domand:
"Ji bo ku ev deng (Dûran Kalkan) dernekeve bi hemû qeweta xwe hewl bidin. Rê li ber van nêrînên ku îxaneta welêt e bigrin. Banga min a ji bo gelê bişeref ê Kurdistanê jî ev e; Destûrê nedin ku komên evreng li Kurdistanê şîn bibin. Ev unsûrên ku îxanetê welat dikin dixwazin şerê navxweyî derxin. Derfêtê nedin bizavên wiha yên fitnexwaz. Ji bo parastina Kurdistanê û yekîtiya gelê me çi ji destê we tê bikin."
- Dûran Kalkan çi gotibû?
Kalkan di hevpeyvîneke xwe ya ku da dezgeheke çapemeniyê ya nêzî rêxistinê de wiha xeberdabû:
"Kurdistana Başûr nabe ku tenê di bin rêveberineke siyasî de were îdarekirin û bibe yek. Ji ber ku di navê de pir zarava û komên nijadên cuda hene. Li Kurdistana Başûr dîktatoriya navendî naçe serî. Demokrasî dikare vê herêmê bike yek û li ser pêyan bihêle. Demokrasî jî ew e ku xelk tevlî rêveberiyê be û rêveberiya herêmî xurttir be. Anku 'divê meriv nebêje emê Kurdistana Başûr tenê ji Hewlêrê ve bi rê ve bibin û rêveberî dê tenê li Hewlêrê be'. Divê Şengal, Kerkûk, Germiyan, Duhok û Silêmanî jî xwe birêve bibe. Heke wiha bibe Kerkûkê jî tevlî Kurdistanê bibe."