Hat ragihandin ku li Sûriyeyê 70 eskerên rejimê yên ku hewl didan, yekîneyên Artêşa Fethê yên ku Nexweşxaneya Vatanê dorpêç kirin têk bibin, hatin kuştin.
Konseya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê ya berpirsiyarê aliyên Mixalif e diyar kir ku, di navbera hêzên rejimê yên ku Nexweşxaneya Vatanê ya li Cîsr eş-Şûgûra navçeya Îdlibê dagir kiribû û mixalifan de, şer derket.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku di nav de milîsên Hîzbûllahê jî 70 eskerên rejimê hatin kuştin.
Hat ragihandin ku mixalifan 4 tang û gelek wesayitên eskerî yên rejima Esed îmha kir û balafirên şer ên artêşê jî bombe di ser nexweşxaneya dorpêçkirî re barandin.
Hat destnîşan kirin ku, mixalifan hêzê girêdayî artêşê têk birin û kontrola cihê leşkerî a Dîbîsê jî bi dest xist.
Li gor daneyên sîstema Şehidên Şoreşa Sûriyeyê ji adara 2011an vir ve li Îdlib û derdora wê şer dewam dike û heta niha di bûyeran de, herî kêm 14 hezar kes mirin.