ŞAM
Hat ragihandin ku welatiyên Sûriyeyê yên li derveyî Sûriyeyê ji bo hilbijartina serokomariyê dest bi dengdayînê kir.
Li gor nûçeya SANAya ajansa fermî ya Sûriyeyê, welatiyên Sûriyeyê li balyozxaneyên Îran, Malezya û Koreya Bakur dest bi dengdayînê kir.
Welatiyên derveyî Sûriyeyê dikarin li gor saeta welatên ku lê ne ji saet 07:00ê sibê heta 19:00ê êvarê reya xwe biavêjin.
Li gor qanûna nû ya hilbijartinê sûriyeyiyên ku bi rêyên qanûnî derketine derveyî welêt û pasapaortên wan ên derbasdar hene, dê li balyozxaneyên welatên ku wir in ji bo hilbijartina serokdewletiyê dengê xwe bidin.
Rayedarên muxalif ên Sûriyeyê bal dikşînin li ser şerê navxweyî yê ku ev 4 sal in berdewam dike. Rayedaran da zanîn ku 3 milyon welatiyên Sûriyeyê ji ber şerê navxweyî derketin derveyî welêt. Piraniya kesên ku derketin derveyî welêt jî bi awayekî qaçax derketin, ji ber vê yekê jî bi sedhezaran sûriyeyî nikarin dengê xwe bidin.
Birêvebiriya Sûriyeyê der barê jimara sûriyeyiyên ku li derveyî welêt dijîn, agahî neda.
Hilbijartina li Sûriyeyê ya di nav van şert û mercên berdest de di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) ji aliyê saziyên navneteweyî ve hatibû rexnekirin.