HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku hikûmeta Bexdayê nikare di warê firotina neftê de bi me paş de gav bide avêtin û destnîşan kir ku heta dawiya salê plan dikin ku hejmara nefta ku tê îxrackirin derxin 500 hezar warîlan.
Barzanî di axaftina xwe ya ku li Parlementoya Kurdistanê kir de diyar kir ku dixwazin bi hikûmeta Bexdayê re pirsgirêk dernekevin û wiha axivî: "Ji bo diyalog û muzakereyê deriyên me vekirîne. Pêvajoya firotina me ya neftê li gor pêvajoya Şirketa Neftê ya Neteweyî ya Iraqê (SOMO) didome. Ne kêm û ne jî zêde, em li gor vê pêvajoyê tevdigerin. Em giringiyê didin şefafiyê. Ji bo ku Kurdistan neyê tawanbarkirin em her tiştî li gor destûra bingehîn dikin. Lewra dost û dijminên vê pêvajoyê hene."
Barzanî wiha axivî: "Hikûmeta Bexdayê nikare di warê firotina neftê de bi me paş de gav bide avêtin. Em dikarin bi rêbaza SOMOyê bi eşkereyî neftê bifiroşin, lê hikûmeta Bexdayê dixwaze firotina neftê bike bin kontrola xwe, em vê qebûl nakin."
- "Bexda destûra bingehîn binpê dike"
Barzanî destnîşan kir ku Bexda di xeletiyên xwe de israr dike û wiha got: "Hikûmeta Bexdayê li çaneke xeternak da û bi emrê kesekî budçeya Kurdistanê birî. Serokwezîr Malikî para me ya budçeyê birî û destûra bingehîn binpê kir."
Barzanî destnîşan kir ku em para xwe ya ji budçeyê ya ji sedî 17 dixwazin û got ku ji bo li Kurdistanê proje pêk werin pêwistî herî kêm bi 30 milyar dolar heye. Barzanî diyar kir ku hikûmeta Bexdayê 6 trilyon ji herêma Kurdistanê re deyndar e.
- "Mûameleyeke ne baş kirin"
Barzanî gotinên nûnerên hikûmeta Bexdayê bi bîr xist û wiha got: "Wezîrê Iraqê dibêje, 'firotina neftê naşibe firotina firingî û xiyaran', yanê dixwaze ji me re vê bêje, 'hûn nikarin tena serê xwe neftê bifiroşin, hûn nizanin neft çawa tê firotin.' Mûameleyeke ne baş kirin, hikûmet û gelê Kurdistanê ji vê astê derbas bûn. Siyaseta Kurdistanê cardin paşve naçe."
- "Me peyamên xwe ji Bexdayê re şandin"
Barzanî destnîşan kir ku heke bi Bexdayê re peymanek pêk neyê dê heta dawiyê nesekinin û wiha peyivî: "Ji bo ku Bexda fehm bike me dest bi firotina neftê kir. Payama me ji Bexdayê re ev e: Em dikarin nefta xwe bifiroşin. Herêma Kurdistanê ji bo heqê xwe bistîne hemû rêyên maqûl diceribîne."
Barzanî pirtûkçeya di destê xwe de nîşan da û wiha got: "Em firotina neftê li gor destûra bingehîn a ku Parlemetoya Kurdistanê qebûl kiriye, dikin. Ez dixwazim benda 5emîn bixwînim: Hikûmeta Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên xwe dikare hemû rêyên maqûl biceribîne. Ev jî şandin û firotina neft û xazê ye."
Barzanî diyar kir ku dê firotina neftê bidomînin û wiha got: "Armanca me ew e ku heta dawiya salê hejmara nefta ku tê îxrackirin derxin 500 hezar warîlan."
Barzanî di axaftina xwe de sipasiya parlementerên ku pişgiriyê dan firotina neftê, kir û wiha axivî: "Ev ne serkeftina partî û şexsan e, ev ya her kesî ye. Di warê dayîna miaşên karmendan û çareserkirina pirsgirêkên aboriyê de piştgiriya we dixwazim. Li Kurdistanê divê hemû aliyên siyasî bi rasteqînî li meseleyê binihêrin. Lewra ev mesleyeke şexsî nîne. Ev ne ya partiyeke siyasî, serkeftina me hemûyan e."
Barzanî di berdewamiyê de wiha got: "Helwesta Amerîkayê ew e ku riza û destûra herdu aliyân bê sitendin. Siyaseta Amerîkayê bêalî ye."