Serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orban bi Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) re hevdîtin kir.
Serokwezîr Orban piştî hevdîtina xwe ya bi Mesûd Barzaniyê Serokê HKIyê yê ku li Bûdapeşteyê têkiliyan datîne, civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist. Orban di civînê de diyar kir ku îstiqrara herêmê ne tenê jib o kesên ku wir dijîn, ji bo Ewropayê jî girîng e û wiha axivî: "Îstiqrara li herêmê ji bo rojava gelekî girîng e. Em jî wek Macaristan ji bo piştgiriya vê îstiqrarê me biryar da ku em leşker bişînin herêmê. Niha fermandarên me ji bo xebatên curbicur li herêmê ne."
Orban got ku heke li Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur îstiqrar bê pêkanîn dibe ku pirsgirêka koçberan a ku van demên dawîn ji bo Ewropayê tehdeyek e bê çareserkirin.
Vîktor orban der barê têkiliyên kurdan û macaran de jî wiha axivî: "Macaran her dem ji kurdan hez kirine û li hember wan rêz girtine. Me par li Hewlêrê qonsolosî vekir û zebta lihevkirinê îmze kir. Macaristan her dem piştgirî dide ku komên kurdan û sunî bikevin diyaloga siyasî."
Orban li ser têkiliyên aboriyê yên macar û kurdan jî sekinî û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Şirketa neftê ya macaran (MOL) di demên herî dijwar û bi xetere de jî ji herêmê veneqetiya. Niha bûye wek nûnerê hevkariya di nav her du gelan de. her wiha 30 xwendekarên kurd bi bûrsa dewleta Macaristanê li Macaristanên perwerdeyê dibînin."
-Daxuyaniyên Barzanî
Mesûd Barzanî jî di daxuyaniya xwe de got ku "Leşkerên macar dê li herêmê peywirdar bin, ev yek bûyereke girîng e. Leşkerên macar di nav dostên xwe de dê di nav ewlehiyê de bin."
Barzanî qal kir ku şirketa neftê ya macaran (MOL) dema ku di bin xetereyek mezin de bû jî qehremaniyeke mezin nîşan da û li herêmê ma. Barzanî diyar kir ku hin qadên ku Macaristan û Herêma Kurdistana Iraqê dikarin hevpar bixebitin, hene.
Barzanî her wiha got ku Herêma Kurdistanê rastî êrîşa rêxistina terorê ya herî bêrehm hat û bi arîkariya hêzên koalîsyonê pişta DAEŞê şikandin û wiha axivî: "Xetere dewam dike. Lê belê em hêvî dikin ku di demek nêz de derbeya dawîn bê lêxistin."