HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî diyar kir ku li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan pêngavên gelekî girîng hatin avêtin û got "Kurd dê bi aştiyê dê tiştên mezintir bi dest bixin. Ji bo ku pêvajoya çareseriyê ser bikeve divê her kes bi sebr be."
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Serokatiya HKIYê hat weşandin Barzanî di hevditîna bi Şaredarê Agiryê Sirri Sakik re de axivî û got ku ji rewşa aştiyê ya li Tirkiyeyê kêfxweş e.
Barzanî destnîşan kir ku "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan pêngavên gelekî girîng hatin avêtin" û wiha axivî: "Têkoşîna çekdarî ya gelê kurd ji bo parastina hebûn û nasnameya xwe bû. Kurd niha dikarin bi xebatên xwe yên bi israr nasnameyên xwe biparêzin. Kurd divê bi rêyên siyasî û aştiyane mafên xwe bixin bin temînatê. Kurd dê bi aştiyê tiştên mezintir bi dest bixin."
Barzanî da zanîn ji bo ku pêvajoya çareseriyê bi ser bikeve divê her kes bi sebr be û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Di heman demê de divê piştgiriyê bidin kesên ku rewşa aştiyê ava dikin. Divê hincet û keysê nedin destê şovenîst û faşîstan. Divê rê nedin hêzên tarî yên ku dixwazin li herêmê di navbera gelan de şer derxînin."
Barzanî der barê çûna pêşmergeyan a li Kobanêyê de got ku bi çûna pêşmergeyan neteweperweriya kurdan zêdetir bû û wiha axivî: "Yekîtiya di navbera me de zêde bû. Hêza me di yekîtiya me de ye. Heke em bixwazin ku bibin gelekî serkeftî divê em bibin yek."
Barzanî destnîşan kir ji ber ku herêmên kurdan ji hev dûr in û ji ber şert û mercên erdnîgariyê hêsan nîne ku alî bi hev re tevbigerin û wiha axivî:
"Min di serê qeyrana Sûriyeyê de gote kurdên rojavayî ku bibin yek, nebin eniyên ji hev cuda û ez ê piştgiriyê bidim hemû biryarên we. Piştî ku terorîstan êrîşî Rojavayê kirin me her cure piştgirî da wan."
Di daxuyaniyê de cî dan nêrînên Sirri Sakik jî. Sakik ji Barzanî re qala pêşketina kurdan a li Tirkiyeyê kir û destnîşan kir ku rêyên siyasî û aştiyane destkeftinan zêde dikin.
Sakik ji bo ku Kongreya Neteweyî ya Kurdan bê kirin xwest ku hemû alî hewl bidin.