Sultan Kosen bi bejna xwe ya 2 mêtre û 51 santêmî ve bejindirêjtirînê dinyayê ye. Kosen ji bo pîrozbahiya 60emîn salvegera Kitêba Rekorên Guînnessê li Londraya paytextê Îngilistanê beşdarî çalakiyê bû.
Çalakî li nêzî parlementoya dîrokî û qûleya saeta Bîg Benê hat lidarxistin. Sultan Kosen li vê derê cara ewil bi "bejinhûriktirînê dinyayê" Chandra Bahadur Dangiyê nepalî re hat bal hev. Bejna Dangî jî 54,6 santêm e. Çapemeniyê eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê da û Kosen û Dangî destê hevdu girtin û poz dan rojnamegeran.
Sultan Kosenê 32 salî pirsên rojnamegerên tirk bersivandin û wiha got: "5 sal in ku ez di Kitêba Rekorên Guînnessê de me û rekor hê ya min e. Em li vê derê welatê xwe û Mêrdîna xwe didin nasîn. Ez li vê derê bi serbilindî welatê xwe temsîl dikim."
Kosen got ku wî pir ji Londrayê hez kir û ji Tirkiyeyê zêdetir destek û eleqeyê hêvî dike.