Ahmet Aydın
07 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2017
LONDRA
Li Londraya paytextê Keyaniya Yekbûyî li pêşiya Muzeya Dîroka Siruştê wesayitekê li peyayan qeliband. Hat ragihandin ku di bûyerê de hinek birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya polîs, li semta South Kensingtonê li pêşiya Muzeya Dîroka Siruştê wesayitekê li peyayan qeliband. Di bûyera ku hinek kes bi sivikî tê de birîndar bûn, ajovanê wesayitê jî hat binçavkirin.
Polîsan îfade kir ku mahiyeta bûyerê û mebesta ajovanî hê nehatiye tesbîtkirin.
Lêkolîn tên kirin ka gelo bûyer êrîşeke terorî ye yan na.
Hat ragihandin ku cihê bûyerê bi kordona ewlekariyê hatiye rapêçan û yekeyên têkoşîna dijî terorê jî li cihê bûyerê lêkolînê dikin.
Di wêneyên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de, xuya dike ku polîsan li ber wesayita bûyerê kesekî reşçerm li erdê dirêj kirine û berteref kirine.
Di daxuyaniya Serokwezîriyê de hat destnîşankirin ku Serokwezîr Theresa May derbarê bûyerê de bi pergal tê agahdarkirin û pêşhatan ji nêzîk ve dişopîne.
Ji 22ê adarê vir de li Keyaniya Yekbûyî ku ji Îngilîstan, Wales, Skotland û Îrlandaya Bakûr pêk tê, di encama pênc êrîşên terorî de 36 kesan canê xwe ji dest da.