14 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2016
LONDRA
Gelek kesên ku li ser medyaya civakî haya hevdu hev xistin li ber avahiyê Serokwezîrtiya Îngiltereyê ya li Londrayê kom bûn û rewşa Helebê protesto kirin.
Çalakvanan Serokwezîr Theresa May rexne kirin ku ew ji ber bûyerên Helebê bêdeng dimîne û xwestin ku hikûmet bila xwarin û vexwarinê ji hewa re bişîne Helebê.
Kesên ku di nav wan de tirk jî hebûn di destê wan de alayên Sûriyeyê dirûşmeyên wek"Sûriyeya Azad", "Zarokên Helebê xilas bikin" û "Sivîlan biparêzin" berz kirin.
Hin çalakvan piştî civîna li vir çûn li ber Balyozxaneya Londrayê ya Sûriyeyê û li wir jî rejima Sûriyeyê û Rûsya şermezar kirin, ji bo kesên mirine dia kirin.
Li ser malpera parlamentoya Îngiltereyê di sîstema daxwaznameya onlîne de jî kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin. Heta niha 45 hezar û 650 kesan îmze kir.
Heke hejmara îmzeyan bigihêje 100 hezarî ev daxwazname dibe ku di parlamentoyê de bê nîqaşkirin.
- Êrîş li New Yorkê hatin şermezarkirin
Li New Yorkê Komîteya Hevkariya Gelê Sûriyeyê li nêzîkî Nûnertiya Daîmî ya NYyê çalakiyek li dar xist.
Çalakvanên ku li Manhattanê kom bûn pankartên ku li ser rejima Sûriyeyê, Rûsyayê, Îran û Hizbullahê şermezar dikin nivîsandî di destê wan de meşiyan.
Tirkên ku li New York û der û dora bajêr de dijîn jî piştgirî dan vê çalakiyê.