NEW YORK
Li New Yorka bajarê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) biryara îdamê ya ku ji bo Mihemed Mursiyê serokomarê Misrê yê cara ewil ji hêla gel ve hat hilbijartin hat protestokirin.
Nêzî 100 kes li ber Balyozxaneya Misrê ya li New Yorkê kom bûn û biryara der heqê dardekirina Mursî, rêveberiya Misrê û Ebdulfettah es-Sîsiyê ku di 3ê tîrmeha 2013an de derbe kir û salek bi şûnda jî bû serokomar protesto kirin.
Çalakvanan biryara dardekirinê ya ji bo Mursî wek cezayê kuştina miletekî nirxandin û ji çalakvanan hin kes jî bi cilên sor ên ku li Misrê li mehkûmên îdamê tên kirin ve beşdarî protestoyê bûn.
Di protestoyê de nûnerên civakên Tirkiyeyê jî cih girtin û dirûşmeyên wek "Ji Mûrsî re Azadî", "Em Demokrasiyê Dixwazin", "Qatil Sîsî" hatin berzkirin.
Ji çalakvanan Bahjat Saber diyar kir ku ew ji biryara dardekirinê ya ku dadgehên Misrê ji bo kesên li dijî derbeyê ne da natirsin û wiha dewam kir: "Ez ji Sîsî re dibêjim ku heta Serokomarê me serbest neyê berdan em nasekinin."