KERKÛK
Rêvebirê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî destnîşan kir ku herêma Kurdistanê ji her hêlê va serkeftî ye û wiha got: "Ji ber vê jî serxwebûnê heq dike."
Kerkûkî li Îranê beşdarî merasima salvegera 24emîn a damezirandina Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bû û der barê geşedanên li Iraqê da xeberda.
Kerkûkî bal kişand ser daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî yên der heqê "serxwebûn"ê da û wiha got: "Herêma Kurdistanê di warê siyasî, aborî, hiqûq, diplomasî û bi taybetî jî leşkerî da hebûna xwe îsbat kiriye. Ji ber vê jî serxwebûnê heq dike ku di nav demokrasiyê da bi cînarên xwe ra bikeve nav pêwendiyan."
Kerkûkî destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê û artêş nikare welêt û gel biparêze û wiha xeberda: "Îro Iraq nikare axa xwe û gelê xwe biparêze. Desthilatdarî qels e. Tenê Herêma Kurdistanê li dijî DAEŞê li berxwe dide û ji herêmê dûr dixe."
Fermandarê Eniyên Kerkûkê û Serokê Meclisê yê berê Kemal Kerkûkî diyar kir ku ji hêla siyasî û aboriyê va bi Tirkiyeyê ra têkiliyên baş dimeşînin û wiha got: "Ji ber gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên der barê daxuyaniyên Barzanî da jî kêfxweş in."
Kerkûkî sipasiya Erdogan kir û wiha dewam kir: "Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan der barê meseleyên li welêt da got 'Heger Iraq di nav xwe da eyaletê perçe bike û ji hev biqetin, ev mesleyeke navxweyî ye.' Kurdistan bi hemû cînarên xwe ra di nav têkilî û pêwendiyên baş da ye."
Kurê Qazî Mihemed Elî Qazî jî di çalakiya PAKê da axivî û wiha got: "Divê hemû kurd bibin yek û mafê hev biparêzin. Daxwaza bavê min ev bû. Niha ez 81 salî me. Wisa bawer dikim ku beriya ez bimirim wê kurd dewleta xwe çêkin. Ez ê vê bibînim."
Fermandarê Herêmê yê PAKê Hiseyîn Yezdanpenah jî wiha got: "Li rojhilatê Kerkûkê ji îlona 2014an vir va li dijî DAEŞê şer dikin. Mafê kurdan heye ku qedera xwe tayîn bikin."