Yılmaz Kazandioğlu, Hakan Sarı, Necmettin Karaca
23 Mijdar 2026•Rojanekirin: 23 Mijdar 2026
Li Wanê piştî barîna berfê tîmên şaredariyê dest bi xebatên têkoşîna li dijî berfê kirin, tîmên Heyva Sor jî xwarin û vexwarin îkramî ajokarên ku di rê da mehsûr man, kirin.
Li bajêr ji ber barîna berfê û şert û mercên neyînî yên hewayê, rêyên 15 tax û 5 gundikan ji çûnûhatinê ra hatin girtin.
Tîmên girêdayî Serokatiya Daîreya Çêkirin û Temîrkirina Rêyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji bo ku rêyên girtî ji nû va ji çûnûhatinê ra vekin xebatên xwe didomînin.
Li navçeya Ozalpê jî berf û mijê bandoreke neyînî li jiyana rojane kir.
Li Derbasgeha Tendûrekê ya navçeya Çaldiranê jî tîmên Heyva Sor yên Şaxa Muradiyeyê xwarin û vexwarin îkramî ajokarên ku ji ber berfê zehmetî kişandin û di rê da mehsûr man, kirin.
Li navçeya Erdîşê ku barana gur bandor lê kir, di hin rêyan da av gol bû û ajokaran zehmetî kişandin.