Beriya Civîna Demsalê ya Neteweyên Yekbûyî, li bajarê New Yorka Amerîkayê meşa bi navê "Meşa Gel a Ji Bo Demsalê" hat li dar xistin.
Di meşê de bang hat kirin û hat gotin ku divê ji bo guherina demsalê bi lez tişt bên kirin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-mun, Serokê Şaredariya New Yorkê Bîll De Blasîo, lîstikvan Leonardo Dî Caprîo, Ed Norton, Evangelîne Lîlly û Stîng, siyasetvan û gelek kesên navdar jî beşdarî meşê bûn.
Meşê li Central parkê dest pê kir û di Cadeya 11emîn de qediya. Qasî 100 hezar kes beşdarî meşê bûn.
Di meşê de çalakvanan dirûşme berz kirin û gotin "Vejena Paqij", "Kar û Edalet", "Daristanan Nefroşin".
Serokê Şaredariya New Yorkê Bîll De Blasîo ji bo meşê wiha got: "Civîn hin caran dibin sedema guherînên gelek mezin. Meş û protesto jî wek van dibin sedema guherînan. Armanca me ew e ku em vê demê wek sedema guherînekî qebûl bikin. Bi ya min ev destpêka dîrokeke nû ye."