Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku di van rojên dawiyê de li rojhilatê Ukraynayê tevgereke leşkerî heye û ditirsin ku li wê derê pêvçûnên berfireh derkevin.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji bo li ser tevgera leşkerî ya li Ukraynayê biaxivin civîneke acil li dar xist. Ji destpêka qirîzê vir de ev civîna 26an e ku tê lidarxistin. Alîkarê Sekreterê Gişkî yê NYyê Jens Anders Toyberg-Frandzen di civînê de axivî û destnîşan kir ku li herêmê rewşa ewlekariyê û ya mirovan ber ve xerabiyê diçe.
Toyberg-Frandzen der barê tevgera leşkerî ya dawiyê û bûyerên siyasî de agahî da Konseyê û diyar kir ku bûyerên ku di 3yê mijdarê de dest pê kirin zirarê didin peymana Mînskê û wiha got: "Em ditirsin ku li Rojhilatê Ukraynayê dîsa pevçûnên berfireh derkevin."