Li Behra Spî her ku diçe trajediya koçberên qaçax zêde dibe. Roja şemiyê 4 tekneyên koçberan binav bûn, tê de ji 200î zêdetir koçber mirin, 100 koçber jî winda bûn. Ev tekne wê ji Lîbyayê biçûna Îtalyayê.
Li Behra Spî di qaçaxcîtiya mirovan de herî zêde ji Kanala Sîcîlyayê re çûyîn û hatin çêdibe. Ev kanal dikeve nabeyna Lîbya û Îtalyayê. Çend roj berê 105 koçber li tekneyekê siwar bûn û berê xwe dan Îtalyayê. Di nav wan de 29 koçber qerisîn û can dan.
Komîseriya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) û Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (OIM) daxuyand ku roja şemiyê 4 tekne ji Lîbyayê bi rê ketin û her yekê tekneyan ji Efrîkaya Sahraaltiyê ji 100î zêdetir koçber bir.
Di tekneya ewil de 29 koçber qerisîn û can dan, ekîbên qeraxê avê yên Îtalyayê tekneyên din birin girava Lampedusayê.
Hat ragihandin ku tekneya duyem û sêyem binav bûn, ji 200 zêdetir kes xeniqîn. Tekneya çarem jî winda ye. Li gor KBPNY û OIMê ji ber ku bager û bahoz e, şansê rêwiyên vê tekneyê pir kêm e ku bifilitin.
Nûnerê Îtalyayê yê OIMê Flavîo di Gîacomo got ku nêzî 400 koçberî berê xwe da Îtalyayê û dibe ku hejmara miriyan nêzî 300î be.
Ji 2000an û heta niha 22 hezaran zêdetir koçber di rêya Ewropayê de li Behra Spî mirin.
- NYê bertek nîşan da -
Berdevkê Ewropaya Başûr yê KBPNYê Carlotta Samî li ser hesabê xwe yê twîtterê der heqê 29 qaçaxên ku mirin de got ku operasyona alîkariya mirovahî ya ku hikûmet û sîtola Îtalyayê dike, têrê nake.
Li gor daneyan, par piraniya wan sûriyeyî ji 218 hezaran zêdetir kes bi rêyên derqanûnî gihîştin Behra Sipî, nêzî 3 hezar û 500î mirin. Li gor OIMê di nav 25 salan de herî zêde di sala 2014an de mirov mirin.