Li gorî daxuyaniya Sekreteriya Giştî ya NYê şandeya lêkolînê roja şemiyê ji herêmê vegeriya bajarê Laheya ya Hollandayê û bermayiyên êrîşê yên ku berhev kiribûn, şandin laboratuwarên cûrbicûr ên Ewropayê.
Hat diyarkirin ku laboratuwaran, ji bo lêkolînê pêşta amadehiyên xwe kirine û gava ku bermayî bigihêjin ber destê wan, wê dest bi xebatê bikin.
Ji aliyê din ve xebata Sekreterê Giştî yê NYê Ban Kî-mun li New Yorkê dewam dike. Ban, dê îro der barê bûyerên Sûriyê û lêkolîna çekên kîmyewî de agahiyan bide nûnerên 10 welatên ku endamên berwext ên Konseya Ewlekariyê ne.
Nûnera Bilind a Karên Bêçekdarkirinê ya NYê Angela Kane jî wê der barê bûyera ku 21ê tebaxê de li Gutoya Rojhilat ya Şamê qewimîbû de agahiyan bide dewletên endamê NYê. Angela Kane, berê jî ji bo vê yekê ji Sekreterê Giştî re name şandibû.