ÎSTANBUL
Serokê Konseya Netewî ya Sûriyê George Sabra, di civîna ji aliyê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyê li Îstanbolê hat lidarxistin de îfade kir ku Rejîma Esed li ber çavên hemû dinyayê bi çekên kîmyewî êrîşê banliyoya Gûtayê kir.
Sabra bertek nîşan da û da zanîn ku dema heyeta Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo îdiayên ''çekên kîmyewî hatine bikaranîn an nehatine bikaranîn'' lêbikole li herêmê bû jî êrîşek pêk hat.
Sabra got: ''Hejmara miriyan 1300î derbas bû.'' Sabra da zanîn ku civakên navneteweyî bikaranîna gaza kîmyewî tenê şermezar kirin. Sabra, ev helwesta neteweyan bi tundî rexne kir.