ŞANGHAY
Li Çînghaya eyaleta Çînê dûh êvarê baran û zîpik barîn, ji ber vê jî lehî rabûn û hat diyarkirin ku di lehiyan de 21 kes mirin.
Li gor nûçeya ajansa Şîhûayê bandora baran û zîpikan dûh êvarê zêdetir bû û ji ber vê jî li bajaroka Vûlan, Herêma Îdareya Xweser ya Qewmê Tîbetê û Mogol Hayşiyê lehî pêk hatin û di lehiyan de 7 kes mirin, 3 kes jî winda ne.
Rayedaran diyar kir ku ji bo dîtin û xilaskirinê dest bi xebatan hat kirin.
Ji hefta borî heya niha li Çînê ji ber lehî û hêzazan herî kêm 120 kes mirin.