Hat ragihandin ku di aramxaneyeke li eyaleta Hinana herêma navîn a Çînê şewat derket. Di şewatê de 38 kes mirin.
Li gor nûçeya ajansa Şînhûayê duh şev li Aramxaneya Kangliyê ya li bajaroka Lûşanê şewat derket, di şewatê de 38 kes mirin û 2 ji wan xedar 6 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku şewat nivînxaneya armaxaneyê de derket û demek kurt de belavî her derê avahiyê bû, piştî ku şewat hat tefandin xebatên lêgerîn û xilaskirinê dan destpêkirin û ev xebat hê jî berdewam dikin.
Dan zanîn lêkolîn dikin ka şewat ji ber çi derketiye.